12:47:35
Rojava News: Hat ragihand ku li paytextê Fransa li Parîsê wesayîteke sivîl kete nava leşkeran. Di bûyerê de 2 jê giran 7 leşker birîndar bûn.
Polîsê frensî piştî buyera herêma Levallois-Perret a banliyoya Parîsê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di bûyerê 2 jê giran 7 leşker birîndar bûne.
Li gorî zanyariyên berdest, leşkerên ku birîndar bûne yên ku di 13ê Mijdara 2015an de tevlî operasyona Sentinelleyê bûne ne.
Polîsê Parîsê ji bo desteserkirina wesayîta ku kete nava leşkeran û reviya xebatên xwe didomîne.
Herwiha Seroka Şaredariya Parîsê di daxuyaniya xwe de ragihand ku bûyera ku pêk hat êrişeke plankirî bû.
