Jeta leşkerî ya rûsî li ser CIA, Pentagon û avahiya Kongreyê firiya

Jeta leşkerî ya rûsî li ser CIA, Pentagon û avahiya Kongreyê firiya

13:46:34

 

Rojava News: Li gorî nûçeya televîzyona CNNê, balafireke bêçek a leşkerî ya Hêza Hewayi ya Rûsyayê li ser CIA, Pentagon, avahiya Kongreya Amerîka û Baregeha Hewayî ya Andresê firiya.

CNNê nûçeya xwe sparte rayedarekî amerîkî ku haya wî ji firînê hebû û ragihand ku balafira leşkerî ya bêçêk a Hêza Hewayî ya Rûsyayê di çarçoveya Peymana Asîmanên Vekirî de firîn pêk aniye.

Li gorî nûçeyê, balafira bi modela Tu-154 firîna xwe ya pêşî li navenda Washîngtonê û li Baregeha Hewayî ya Andrewsê ku di heman demê de cihê sekna balafira Force One ya Serokê Amerîkayê ye pêk anî.

Hat ragihandin ku destûra balafira rûsî ku têkeve herêma pir biewle ya derdora Qesra Spî ku P-56 jê re tê gotin hat dayîn.

Peymana Asîmanên Vekirî di sala 2002an de kete meriyetê, welatê endamê peymanê bi beramberî hev îstîxbarat û çalekiyên leşkerî yên derheqê hev de berhev dikin. Tirkiye jî di nav de 34 welat di peymanê de cih digrin.