Rojava News: Serokê Misrê Ebdulfetah Sîsî şeva borî yekşeme gotarek li ser kanala televizyonê pêşkêş kir û têde ragihand ku Misir dê di dem û wexta guncaw de bersîva rêxistina terorîst a DAIŞ bide, eve jî piştî ku DAIŞ tomarek belav kiribûn ku têde 21 mesîhiyên Misrê li Lîbyayê serjê kirinbûn hatiye.
Sîsî got: Min bang li encûmena berevaniya niştimanî kir kir ku bilz bicivin daku biryar û tevdîrên pêwîst bigrin.
Sîsî da diyar kirinê jî ku wî wezîrê derve yê Misrê xwestiye ku demildest biçe New Yorkê û pêwîndî li gel berpirsên Neteweyên Yekbuyî û welatên endamên encûmena asayîşê çê bike û beşdarî di lûtkeya navdewletî a li ser terorê bibe.
