13:56:38
Rojava News: Şêwirmendê siyasî yê nûnerê Netewên Yekgirtî yê taybet bi Sûriyê Vitaly Naumkin da zanîn ku gihaştina çareseriyekê li Sûriyê nêzîk bûye.
Naumkin got. " Hêviya min mezine, û ez guman dikim ku rêyek ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê heye, çimkî berdemiya wêrankirinê bajêr ne di berjewendiya dewletên bihêz li deverê ye "
Û da xuyakirin ku pêşketinek mezin heye, di cîbicî kirina agirbestê de û di gihandina alîkariyên mirovî de, herweha di bihêzkirina danûstendin di navbera aliyên Sûrî li Cinêvê û li Astanayê
Tê zanîn ku nûnerê navnetewî ji bo Sûriyê Staffan de Mistura di meha bûrî de eşkere kir ew li hêviya cîbicîkirina çareseriyeke çavlirê ye
