Amerîka sedema mirina leşkerên xwe yên li Iraqê eşkere kir

Amerîka sedema mirina leşkerên xwe yên li Iraqê eşkere kir

22:14:22

 

Rojava News: Berdevkê Wezareta Parastinê yê Amerîkayê (Pentagon) Robert Manning di derbarê mirina du leşkerên amerîkî yên operasyonên li Iraqê de axivî û ragihand ku sedema mirina her du leşkeran, di dema topavêtinê de ‘bextreşiyek' hat jiyandin.

Manning destnîşan kir ku, "di dema bersivdayîna li dijî hewanên DAIŞê li yekîneya topavêjan de bextrejiyeke hat jiyandin û di encamê de 2 leşker mirin, 5 leşker jî birîndar bûn.

Manning, di derbarê naveroka bûyerê de agahiyan parve nekir, lê nezelaliya di derberê bûyerê de jî ji holê ranebû.

Berdevkê amerîkî diyar kir ku eleqeya mirina leşkeran bi DAIŞê re tine ne û rewşa tenduristiya leşkerên birîndar jî baş e.

Pentagon bi daxuyaniyeke eşkere kiribû k udi operasyona li bakurê Iraqê de ya di 13ê Tebaxê de 2 leşkerên wan mirine, 5 jî birîndar bûne.