Di Hezaza Sierra Leone de jimara cangoriya giha 400 kesî!

Di Hezaza Sierra Leone de jimara cangoriya giha 400 kesî!

22:37:51

 

Rojava News: Li welatê Sierra Leone ya li rojavayê Afrîqayê hezaz pêk hat û ji ber hezazê nêzî 400 kesan canê xwe ji dest dan.

Ji ber hezaza li nêzî Fretownê paytexta Sierra Leone bi sedan kes jiyana xwe ji dest dan.

Rayedarê Pizîşkê Dadî yê Nexweşxaneya Connaught Sinneh Kamara ji medyaya wî welatî re diyar kir ku ji ber lehî û herikîna erdê nêzî 400 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Kamara aşkere kir, ku ji bo termên qurbaniyan morga nexweşxaneyê têr nekiriye û ji ber vê yekê bangewaziya alîkariyê kir.

Ji alyê din ve 3 hezar kes jî ber ku malên wa ruxiya ye bê mal mane

Cîgirê Serok Victor Foh jî ragihand ku bûyer li bajaroka Regent li herêma çiyayî pêk hatiye û dibe di bin herikînê de bi sedan kes mabin û canê xwe ji dest dabin.

Tê payinkirin ku jimara cangoriyan bilind bi be.