Nijerya:Êrişa xwekujî 27 kuştî û 83 birîndar!

Nijerya:Êrişa xwekujî 27 kuştî û 83 birîndar!

12:28:10

 

Rojava News: Hat ragihandin ku li gundê Konduka yê Nîjeryayê di nava bazarê de êrişeke xwekujî pêk hat. Di êrişê de 27 sivîl hatin kuştin û 83 kes jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyên berdest, li bazara gundê Kondukaya Nîjeryayê ku herî zêde rêxistina Boko Haram fealiyetê dimeşîne êrişeke xwekujî pêk hat. Di êrişê de herî kêm 27 kesî jiyana xwe ji dest da û 83 kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya herêmî ya Nîjeryayê de cih girtine êrişa xwekujî ji aliyê jinekê ve pêk hat û jin nêzî rêxistina Boko Haramê bû.

Derbarê êrişa xwekujî de tê pêşbînîkirin ku meqamên fermî daxuyaniyekê bidin.