Rojava News: Kordînatora Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê Prz. Serap Yîgît Erkuş diyar kir ku di nava 10 salan de 7 hezar û 122 jin hatine qetilkirin û 4 hezar û 876 jin rastî tecawizê hatine.
Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê bi armanca şermezarkirina qetilkirina Ozgecan Aslan a ku li navçeya Tarsusê ya Mêrsînê ji aliyê 3 kesan ve hate qetilkirin daxuyanî da çapemeniyê. Jinan li rawestgeha otobusan a li pêşberî Banqeya Navendî hatin cem hev û daxuyanî dan çapemeniyê.
Di daxuyaniyê de dowîzên "Pedofili ne nexweşiye, bi pîvana dirêjiya etek dest pê dike" û "Ozge canek bû, em hemû Ozgecan in" hatin hilgirtin.
Kordînatora Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê Prz. Serap Yîgît Erkuş daxuyanî xwend. Erkuş diyar kir ku di welatê wan de her ku diçe kuştinên jinan zêde dibin û wiha got: "Di nava 10 salan de 7 hezar û 122 jin hatine kuştin û 4 hezar û 876 jin jî rastî tecawizê hatin e."
Serokê Odaya Minibusên Navbajêr Askerî Kaya jî balkişand ser hovîtiya hatî kirin û wiha got: "Em ê hertim piştgiriya jinan bikin."
Piştî daxuyaniyê jinan di minîbûsên di nava bajar de dixebitin qurdeleyên reş û wêneyên Ozgecan Aslan pêve daliqandin.
Di nava 10 salan de 7 hezar û 122 jin hatine kuştin
17 Sibat 2015
