Amerîka: Terorê tenê bi rêya leşkerî nayê têkbirin

Amerîka: Terorê tenê bi rêya leşkerî nayê têkbirin

Rojava News: Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden dibêje, tundûtûjî û terorê tenê bi rêya leşkerî re nayê têkbirin.


Berî destpêkirina civîna bilind ya ewlekariyê li Washingtonê ku tê de nûnerên 60 welat beşdar dibin, Biden îro ligel çend berpirsên navxweyî yên wîlayetên Amerîkayê civiya û derbarê riyên dûrxistin û têkbirina tundrewiyê de gotûbêj hatin kirin.


Baydin di civînê de diyar kir ku pêwîst e hemû ol û grûpên cuda li Amerîkayê kar ji bo têkbirina terorê bikin, ji ber wek Biden gotiye, tundûtûjî û teror tenê bi rêya leşkerî re nayê têkbirin.


Tê çaverêkirin di civîna Bilind ya ewlekariyê de ku wê heta roja înê berdewam bike, Serokê Amerîkayê Barack Obama gotarekê derbarê pirsa tundûtûjî û terorê de pêşkêş bike.

Tê zanîn ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî berdewam daxwaz dike ku ne tenê bi rêya leşkerî şerê DAIŞê were kirin, lê belê bi rêya fikrî jî şerê wan were kirin.