Amerîka û Tirkiye şervanên mixalefeta Sûriyê amade dikin

Amerîka û Tirkiye şervanên mixalefeta Sûriyê amade dikin

Rojava News: Amerika gehiştiye rêkeftineke destpêkê ligel Tirkiye, da ku proseya perwerdeya leşkerî ya şervanên mixalefeta Sûriyê ya lîberal li ser axa wê birêve biçe, grûpa yekem a şervanan jî wê dawiya vê salê derbasî Sûriyê bibe.

 

Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku ew ligel Tirkiye gehiştiye rêkeftinek destpêkê derbarê proseya perwerdekirina şervanên mixalefeta Sûriyê ya lîberal.


Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Jen Psaki ji rojnamevanan re tekez kir ku, welatê wê ligel Tirkiye gehiştiye rêkeftinek destpêkî, ji bo ku proseya perwerdekirina şervanên mixalefeta Sûriyê ya lîberal li ser axa Tirkiye birêve biçe.


Roja 23.01.2015, Wezareta Bergirî ya Amerîka (Pentagon) ragihand ku, wê tîmeke leşkerî ji 100 kesî şandiye welatên derdora Sûriyê da ku li rewşê binêrin û perwerdgehên leşkerî ji bo proseya perwerdeya şervanîn mixalefeta wî welatî encam bidin, lê ew welat aşkere nekirin ku wê tîmê berê xwe dabûyê de.


Proseya perwerdekirina şervanên mixalefeta Sûriyê ya lîberal dê 3 salan berdewam bike, her sal jî dê 5 hezar şervan werin amadekirin da ku şerê rêxitsina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) bikin û navçeyên din bin kontrola mixalefetê de jî di rûyê grûpên radîkal de biparêzin. wate dê hejmara gitşî ye şervanên ku dê bêne perwerdekirin 15 hezar kes be.


Li gor ku Jen Psaki ragihandiye, Tirkiye razî bûye ku bibe yek ji wan welatên ku dê li ser axa xwe pêşwaziyê li proseya perwerdekirina şeranên mixalefeta Sûriyê ya Lîberal bike û got: “Em pêşbnî dikin ku di nêzîk de em rêkeftina ligel Tirkiye îmze bikin.”


Ji bilî Tirkiye, her yek ji Erebistana Siûdiyê û Qeterê amadeyiya xwe ji bo hembêzkirina proseya perwerdekirina şervanên mixalafeta Sûriyê anîzbûm ziman, Erebistana Siûdiyê jî amadeyiya xwe ji bo alîkarîkrina darayî ji wê proseyê re anîbû ziman.


Li gor ku Artêşa Amerîkayê jî ragihandiye, dê 400 leşkerên amerîkî ji bo erkê perwerdekirina şervanên mixalefeta Sûriyê ya lîberal werin şanidn, tevî ku dê çen sed leşkerên din ji bo piştgiriyê werin şandin, hejmar bi tevayî jî dê nêzîk hezar kesî be.


Erkê proseya perwerdekirinê bo Feramndarê Operasyonên Taybet general Michael Nagata hatiye spartin, eger prose jî di Biharê de destpêbike, wê di dawiya sala 2015an de ew şervanên perwerdekirî derbasî nava Sûriyê bibin, li gor ku berpirsên amerîkî ragihandine.