Yemenê: Di lihevhatinê de gave girîng çêbû

Yemenê: Di lihevhatinê de gave girîng çêbû

Rojava News: Husiyên Şîî ku li Yemenê rêveberî bi dest xistin û rêveberiya berê, bi hevkariya NY’ê re  li ser formulekê li hev kirin. Alîgir Konseya Derbasbûnê ya Gelan ava dikin.

 

Milîsên Husî ku tê îdîakirin Îran piştgiriyê dide wan, piştî ku Midûrê Pênûsa Taybet a Serokkomarê Yemenê Avad Bîn Mubaret di 17’ê Çile de hat revandin li Sanayê kontrol girtibûn dest xwe,  parlamento fesh kirin û  li şûna wê Konseyeke Neteweyî ya Derbasbûyî ya 551 delegeyî îlan kiribû.  NY tevlî pêşketinên ku bûn sedema nerehetyên qada navneteweyî, navberekê çareserî derxist holê.

 

Rayedarên NY’ê Cemal Benomar ku mîsyona navbeynkariyê anî cih got: “Ev pêşketineke ku rê li ber lihevkirineke berfireh vedike .” Di vê daxuyaniyê de rêya avakirina du organên qanûnê yên cuda vekir.

 

Li gorî lihevkirinê Konseya Derbasbûna Gelan wê bê avakirin, li Yemenê ji bo du qanûnên cuda pêvajoya derbasbûnê îdare bike wê bi hev re bixebite.

Lê di organên qanûnî de belavbûna kursiyan wê çawa bibe hê zelal nebûye.