Welatên Ewropayê dê zaniyariyên îstixbaratê bidin hevdu

Welatên Ewropayê dê zaniyariyên îstixbaratê bidin hevdu

Rojava News: Polîsê Ewropayê ku bi navê Europol tê naskirin, projeyeke nû derbarê rûbirûbûna teror û tundûtûjiyê de amade kiriye. Li gorî wê projeyê, hemû welatên Ewropayê dê bi hevbeşî zaniyariyên îstixbaratê bidin hevdu û dê di operasyonên ewlekariyê de yên li hember gefên terorê jî bi hemahengî bixebitin.

 

Ew projeya nû di civîna duhî ya nûnerên welatên Ewropayê di Europolê de hat ragihandin ku li gor wê projeyê, welatên Ewropayê dikarin bi hemahengî çavdêriya sînorên xwe bikin û rê li derbasbûna tundrewan bigirin.

 

Rêveberê Europolê Rob Wainwright di daxuyaniyekê de got, rayedarên Ewropayê piştgiriya projeya wan dikin û dê alîkariyeke cidî di navbera polîs û hêzên ewlekariyê li Ewropayê heve.