Rojava News: Neteweyên Yekbûyî (NY) ev demeke ku belgeyan li ser wê yekê kom dike ka tawanên DAIŞê dikarin weke jenosîd ango gelkujî bên nasandin yan na. Li gor raporteke nû ya lêkolerên NY, belgeyên heyî bi îhtimaleke mezin têra wê dikin ku tawanên DAIŞê weke gelkujî werin nasandin.
Di raporta ku duh (23ê Sibatê) li bajarê Cenevreyê yê Swîsrayê ji aliyê Konseya Mafên Mirovan ya NY ve hat eşkerekirin de tê diyarkirin ku DAIŞ bi awayekî sîstematîk, bi mebesta tinekirinê êrişî hinek kom û civakên taybet weke Êzîdî, Kurd, Tirkmen û Mesîhiyan dike.
Li gor raportê, di wan pevçûn û êrişan de heta 10ê Kanûna 2014 herî kêm 11 hezar û 600 kesên sivîl hatine kuştin, herwiha 22 hezar jî birîndar bûne. Ji bilî wan jî, hejmarek nediyar ji ber nebûna avê û xwarinê û dermanan mirine.
Nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Iraqê, Nikolay Mladenow, ku raport pêşkeş kir, diyar kir ku “armanca Dewleta Îslamî ew e ku dewlet û civaka Iraqê têk bibe, ew jî bi rêya zêdekirina tundiyê û parçekirina civakê”.
Nikolay Mladenow herwiha artêşa Iraqê û komên çekdar yên alîgirên wê jî bi binpêkirina mafên mirovan û hiqûqa navnetewî tawanbar kir.
