2 frokên şer yên Tirkîyê ketin xwarê û 4 frokevan jî hatine kuştin

2 frokên şer yên Tirkîyê ketin xwarê û 4 frokevan jî hatine kuştin

Rojava News: Ji ber sedemên ne dîyar li di dema perwerdê da 2 frokên şer yên Tirkîyê ketin xwarê û 4 frokevan jî di bûyerê da hatin kuştin


Serok erkanê artêşa Tirkîyê daxuyanîyek belav kir û ragihand, îşev du balafirên şer li Meletiyê ketin ku di encamê de 4 pîlot hatin kuştin.


Herwesa serok erkanê artêşa Tirkîyê dîyar kir ku li devera Ekincîlerê ya girêdayî navçeya Akçadagê ya Meletiyê û di dema perwerdeyê de ketine. Lê egerê ketina wan frokan bi diristî nayê zanîn.