Li Derya Spî drama koçberan: Herî kêm 50 koçberî jiyana xwe ji dest da

Li Derya Spî drama koçberan: Herî kêm 50 koçberî jiyana xwe ji dest da

 

Rojava News: Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî, diyar kir ku di keştiya koçberan a roja Sêşemê li peravên Sîcîlya noqî avê bû herî kêm 50 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Ewlekariya Peravê ya Îtalya, 3’ê Adarê dema drama koçberan rû dabû, 127 koçber rizgar kiribû, cenazeyê 10 koçberan jî dîtibû.

Li gor bîlançoya yekemîn, 10 koçberan jiyana xwe ji dest dabûn. Lê belê Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî diyar kir ku herî kêm 50 koçberan jiyana xwe ji dest dane.

Ev agahî ji koçberên hatibûn rizgarkirin hat wergirtin. Koçberan gotin ku beriya ekîbên rizgarkirinê werin 40 kes ketine avê.

 

Di nav kesên roja Sêşemê hatibûn rizgarkirin 27 zarok û 51 jin hebûn. Hat diyarkirin ku koçberên di keştiyê de ji Sûriye, Filistîn, Lîbya, Tûnis û Afrîkayiyên bin Sahrayê ne.

Hat destnîşankirin ku têkildarî lêpirsîna vê dramê kesekî ku tê texmînkirin bazirganê mirovan e, hatiye binçavkirin.