Rojava News: Brîtanya, Hikûmeta Sûriye tometbar dike ku di dema borî de bazirganiya petrolê ligel çekdarên DAIŞê pêk aniye.
Wezîrê Derve yê Brîtanya, Philip Hammond di daxuyaniyekê de got, rejîma Esed bi çend rêyên cuda petrolê ji navçeyên di destê DAIŞê dikirre û difiroşe.
Bi gotina Hamond, ji ber vê yekê ew şerê ku hêzên Artêşa Sûriyê li dijî DAIŞê ragihandiye, ne şer e û tenê ji bo xapandinê xelkê ye.
Hamon herwiha diyar kir ku guvaşên Yekîtiya Ewropa li ser rejîma Esed dê berdewam bikin ji bo ku karên wiha bi dawî were û kuştina xelkê Sûriyê jî raweste.
Yekîtiya Ewropayê lîsteyeke nû ya qedexekirinê ku navê 13 kes û kompaniyên ku ji bo berjewendiya Hikûmeta Sûriyê kar dikin derxistiye ku di nav de karsazekî bi navê Jorg Hesunî heye ku bi navbeynkariya di navbera rejîma Esed û DAIŞê de hatiye tometbarkirin.
