Gaza klorê li Sûriyê hat şermezarkirin

Gaza klorê li Sûriyê hat şermezarkirin

Rojava News: Encumena Navdewletî ya Ewlekariyê projebiryara ku bikaranîna gaza klorê li Sûriyê şermezar dike, pesend kir.

Projebiryar ji aliyê Amerîka ve hatibû pêşnyarkirin, daxwaz dikir ku alî û kesên ku di şer de gaza klorê bikar bînin, bên cezakirin, lê ew ti aliyekî şerê li Sûriyê tohmetbar nake ku gaza klorê bi kar aniye.

Di civîna Encumena Ewlekariyê de, 14 endamên encumenê ew projeyasa qebûl kirin, lê Venzwêla li dijî biryarê rawestiya, ji ber ku bi nêrîna wê, pêwîst e di serî de aliyê tohmetbar were diyarkirin.

Biryara nû ya Encumena Ewlekariyê gefê dixwe ku ewê tedbîrên li gor benda heftem ya Neteweyên Yekbûyî bi kar bîne, eger çekên kîmyawî wek klorê li Sûriyê werin bikaranîn.

Berî niha şandeyeke Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî di raportekê de piştrast kir ku gaza klorê li çend navçeyên Sûriyê hatiye bikaranîn, lê şandeyê aliyê ku ew gaz bi kar aniye diyar nekir.