Rojava News: Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka skandaleke nû ya guharkirinê derket holê.
Li gor agahiyên rojnameya Wall Stree Journalê, ajansa casûstiyê CIA, ji bo sîstemên şopandinê ji aliyê Wezareta Edaletê li xakên Amerîka pêk werin rolekî girîng lîstiye.
Ev hevkarî di aliyê hiqûqî de dibe pirsgirêk. Ji ber ku mafê CIA tunneye di nav axên Amerîka de destkariyan bike.
Guhdarkirin bi cîhazeke bi navê “Dîrtbox” li balafirên biçûk ên bi navê Cessna tên bicihkirin.
Ev balafir ji bo telefonan wek rola antena îstasyoneke navendî rol dilîze û daneyên telefonên kom dike.
Rayedar her çiqasî binpêkirina rêzikan piştrast nakin jî, agahiyên ku rojnameyê deşîfre kirin li ser têkiliyên di navbera her du saziyan de gumanan çêdike.
