Ebdulhekîm Beşar “Pêvajoya çareseriyê wê biçe serî”

Ebdulhekîm Beşar “Pêvajoya çareseriyê wê biçe serî”

Rojava News: Endamê pûltîbîrûya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyeyê (PDKS)ê Ebdulhekîm Beşar ji bo pêvajoya çareseriyê diyar kir ku ew piştgiriyê didin pêvajoyê û di vê meseleye de muteekîdin û wisa bawer dikin ku bi zanebûna hikûmeta Tirkiyeyê û gavên ku tên avêtin ve wê pêvajo biçe serî.

 

Beşar piştî hevdîtina xwe ya bi Serokwezîr Ahmet Davutoglu destnîşan kir Tirkiye ji bo wan welatekî demokratik e û hewl dide ku pirsgirêkên xwe bi awayekî demokratik hel bike û pêvajoya çareseriyê jî wek mînak nişan da û wiha pê de çû: "Em piştgiriyê didin pêvajoyê. Di vê meseleye de em muteekîdin û wisa bawer dikin ku bi zanebûna hikûmeta Tirkiyeyê û gavên ku diavêje ve wê biçe serî. Hêviya me ew e ku ev mesele pir dirêj nebe û di demeke nêz de bê helkirin û çareser bibe."

 

Beşar ragihand ku Tirkiye di meseleya Sûriyeyê de piştgiriya çareseriya siyasî dike û di vê çarçoveyê de jî bi Serokwezîr Ahmet Davutoglu re hevdîtin kirin û wiha pê de çû: "Hevdîtina me heta nika gelek baş derbas bû. Mijara sereke Sûriye bû. Tirkiye wek milet, wek dewlet û wek hikûmet piştgiriyê dide şoreşa Sûriyeyê û guhertina rejima Sûriyeyê. Tirkiye bi armanca ku miletê ereb, kurd û tirk ên Sûriyeyê bi xwe qedera xwe pêk bînin û rejimeke demokratik li wê derê bê bicihkirin piştgiriyê dide."

 

Beşar ji bo Pêvajoya Çareseriyê ya ku di heyama serokwezîriya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan de dest pê kir û herî dawîn bi merheleya daxuyaniya hevpar a ku ji hela hikûmet û HDPyê ve li Qesra Dolmabahçeyê hat dayîn ve didome de jî wiha got: "Em piştgiriyê didin pêvajoyê. Di vê meseleye de em muteekîdin û wisa bawer dikin ku bi zanebûna hikûmeta Tirkiyeyê û gavên ku diavêje ve wê biçe serî. Hêviya me ew e ku ev mesele pir dirêj nebe û di demeke nêz de bê hel kirin û çareser bibe. Çiqas xêrxwazên vê pêvajoyê hebin ewqas jî xêrnexwazê wê jî hene. Heke ev pêvajo biçe serî ewê ku jê feyde bibinin jî dîsa tirk, kurd û Komara Tirkiyeyê ye."