Rojava News: Wezîrê Eerjî û Çavkaniyên Siruştî yê Tirkiyeyê Taner Yildiz diyar kir ku wan ji bo rêdana lêgerina petrolê li binya Çiyayî Qendîlê beriya 16 mehan peyman îmza kirine.
Yidiz Taner ji TV NETê re behsa hûrgîliyên xebatên Tikiyeyê û Herêma Kurdistanê yên hevpar ji bo li Qendîlê lêgerina petrolê kir. Yildiz da zanîn ku wan beriya 16 mehan ji bo li Çiyayê Qendîlê li sahaya Çoman û Hindirin li petrolê bigerin, peyam îmzekirine.
Taner Yildiz diyar kir ku peyam ligel Herêma Kurdistanê hatiye îmzekirin û got di ecmama lêkolînên li qendilê nîşan petrolê hatine dîtin û wiha domand:
“Li gorî lêkolînên yekemîn nîşanên petrolê hatine dîtin. Lê heta ku sondaj neye girîn em nokarin tişteke misoger bibêjin. Emê rewşa Çiyayê Qendîlê biguhêrinin, dê edî nebe cihê gefan dê bibe cihê firsendeyan. Emê niha ne ligel PKK lê ligel Iraqê samanan parve bikin. Ligel Bexdayê peymanên me hene. Em bihev re hewl bidin daku samanan derbixe.”
