Erdogan: Tiştek bi navê pirsgirêka Kurdan tune ye

Erdogan: Tiştek bi navê pirsgirêka Kurdan tune ye

Rojava news: Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan di axaftina xwe ya li "Merasîma 2015`an a Xelatên Aboriyê" de ragihand ku êdî tiştek bi navê pirsgirêka kurdan li Tirkiyê tune ye.

 

Erdogan der barê kêşeya Kurdan de got: "Hûn hê jî lê dinêrin, hebe tunebe pirsgirêka Kurdan. Birayê min çi pirsgirêka Kurdan? Êdî tiştekî wiha tuneye. Min di sala 2005`an de di axaftina xwe ya li Amedê de ev eşkere kir. Min çi got? Li vî welatî her nijadek pirsgirêkê wî yê cuda heye. "

 

Serokomarê Tirkiyê bal kişandser wê yekê û got: "Pirsgirêkên birayên min ên Roman jî hene. Yên Tirkan jî hene, yên Lazan jî hene û yên Abazayan jî hene. Pirsgirêka Boşnakan jî heye. Yê hemûyan heye. Lêbelê çareserkirina van kêşeyan peywira kî ye, helbet bêşik wezîfeya hikûmetan û rêveberiyan e. Em van dikin, belê em dikin. "

 

Erdogan wiha got: "Li vî welatî tu caran pirsgirêka bi navê 'Kurd' çênebû. Lê belê ev bi qesdî bi destê hin kesan di rojevê de dimîne. Bi axaftina xwe ya li Amedê ya 2005an ve me ev kar qedand. Dibe ku pirsgirêka welatiyê min ê Kurd hebe. Welatiyê minê Tirk çiqas pirsgirêka wî hebe, yê wî jî ewqas heye."