Li Hindistanê 6 mêran dest avêtin Koçeka 74 salî

Li Hindistanê 6 mêran dest avêtin Koçeka 74 salî

Rojava News: Polês li rojavayê Hindûstan li pey 6 mêrên ku bihevre dest avêtin koçeka (Rahîbe) 74 salî, digere.

 

Ev 6 kes li Eyaleta Bengala rojava beriya ku bikevin perestgeha Rahîban, hinek pere ji avahiya dibistana mîsyonerên Xirîstiyan didizin.

 

Koçeka (Rahîbe) ku rastî desavêtinê hatiye niha di nexweşxaneyê de hatiye razandin. Di vê perestgehê de sê koçek (Rahîbe) hebûne. 6 kesên tecavuzkar destavêtine Rahîbeya ku xwestiye li ber derî li pêşiya wan bibe asteng.

 

Li ser vê yekê hêjmarek Xirîstiyan li paytexta Hindûstan, Dehliyê xwepêşandan kirin û daxwaz kirin ku polês hîn zêdetir ewlekariya Rahîbeyan biparêzin.

 

Di mehên bihorî de li Hindûstanê çend Dêr rastî êrîşan hatine. Her wuha ji ber destdirêjiyên li pey hev, polês û dewleta Hindûstanê rastî rexneyên tund hatin. Bûyera ku çirûska esasî ya protestoyan pêxist, mirina xwendevana jin ya 23 salî bû ku di otobûsê de rastî destdirêjiyê hatibû.