Rojava News: Balafirên şer ên Emerîka karîne balafirekî grupa terorîstên DAIŞ li Êraqê jinav bibin.
Li gor nûçeya ajansan, Pentagonê di beyannamekê de belav kiriye û têde hatiye: Ew firokeya ku terorîstên DAIŞ ji bo çavdêrîkirina qadên şer bikar aniye, firokeyek biçûk bûye û gelekî pêşkeftî nebûye.
Pentagonê diyar kiriye ku ew operasyon li bajarê Felocê rûdaye û ew firoke ji aliyê terorîstên DAIŞ çavdêrî dihat kirinê.
