Rojava News: Arîkarê Serokwezîrê Tirkiye yê Yalçin Akdogan der heqê endamên lijneya ku dê pêvajoya çareseriyê teqib bikin de daxuyanî da û wiha got: "Heta em daxuyanî nedin ji tu tiştê bawer nekin."
Akdogan li ber navenda giştî ya AK Partiyê bersiva pirsên rojnamevanan ên der barê endamên lijneya ku dê pêvajoya çareseriyê bişopînin da. Akdogan der barê wan îdiyayan de wiha got: "Heta em daxuyanî nedin ji tu tiştê bawer nekin."
Îro di çapemeniya Tirkiyeyê de hatibû îdiakirin ku hunermend Kadîr Înanir, akademîsyen Prof. Dr. Denîz Ulke Aribogan û rojnameger Avnî Ozgurel dê di lijneyê de cih bigrin.
