Rojava News: Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê û Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç, diyar kir ku ew li gorî peyv û terîmên PKKê nameşin û wiha got: “Diyalog tiştek e muzakere tiştek e. Em peyva muzakereyê qebûl nakim çimkî em hîn nehatine wê qonaxê.”
Bulent Arinç, piştî civîna Encumena Wezîran a Tirkiyê agahî da rojnamevanan.
Arinç, li ser naveroka peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a Newroza îsal û di bersiva vê pirsê de ku gelo naveroka peyama Ocalan hatibû guhertin yan got, bendewariyên me ji peyama Ocalan cuda bûn lê tiştekî wisa çênebû. Lê Arinç negot ka naveroka peyama Ocalan hatibû guhertin yan na.
Li ser pêvajoya çareseriyê jî Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê diyar kir ku ew wek hikûmet hinek tiştan qebûl nakin û wiha axivî: “Behsa (operasyona gundê Eşme) Eşme tê kirin. Eger karekê were kirin li gorî termînolojiya rêxistinê nayê kirin. Diyalog tiştek e muzakere tiştek e, em peyva muzakereyê qebûl nakin. Em hîn nehatine wê qonaxê. Em girêdayî qanûn û Destûrê ne.”
Berdevkê hikûmetê eşkere kir ku avakirina komîteya çavdêriya pêvajoyê jî bi fermî ji aliyê Encumena Wezîran ve hatiye qebûlkirin û got, hejmara endamên wê komîteyê dê derdora 5-6 kesan be û endamên han dê ji Komîsyona Aqilmendan bên hilbijartin.
Şaredarê Enqerê Melîh Gokçek, ji ber rexneyên ku Arinç li Erdogan kiribû, êrişî Arinç kiribû û gotibû, Arinç alîgirê Fethullah Gulen e û em wî naxwazin, bila îstifa bike.
Li ser vê yekê jî Arinç got, ev gotinên Gokçek bêhurmetî ye her wiha rûmeta Gokçek têra wê nake ku daxwaza îstifakirinê ji min bike. Melîh Gokçek dixwaze kurê wî bibe nazmed lewma van tiştan dibêje.
