Rojava News: Serokê CIA John Brennan dibêje, ku metirsîyên Îranê ji bo ser Amerîka weke metirsîyên DAIŞê ye.
John Brennan ji televîzyona FOXê re got, Amerîka dixwaze ku Îran dev ji bernameya atomî berde û ew hîvîdarin, ku bikarin bernameya atomîya Îranê birawistînin.
John Brennan weha jî da zanîn, ku bi sedema êrişên asmanî yên Hevpeymanan, DAIŞ li Iraqê û Sûriyeyê lawaz bûye.
Serokê CIA weha jî da xuyakirin, ku Îran ji ber berjewndiyên xwe li Iraqê li dijî DAIŞê tevdigirê.
