Akdogan: Qendîl û Demîrtaş dixwazin Ocalan bêbandor bikin

Akdogan: Qendîl û Demîrtaş dixwazin Ocalan bêbandor bikin

Rojava News: Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê Yalçin Akdogan, Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş û PKK bi “bêbandorkirina Ocalan” tohmetbar kir.

Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê diyar kir ku daxuyaniyên vê dawiyê yên Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş “ne li gorî rûhê pêvajoyê ne” û wiha axivî:

“Tu dibêjî qey daxuyaniyên Demîrtaş û Qendîlê ji bo bêbandorkirina Ocalan tên dayîn. Haya me ji wê yekê heye ku hinek alî di nav rêxistinê de dixwazin pêvajoyê hilweşînin…”

Yalçin Akdogan diyar kir ku dema pêvajoyê dest pê kir HDP di nav Parlamentoyê de nebû û wiha îdia kir: “HDP li gorî nirxên kurdan naxebite. Lê em welatiyên xwe yên kurd teslîmî van nakin.”

Li gorî Akdogan, niha %68ê gelên Tirkiyê piştgiriya pêvajoyê dikin û alîgirên pêvajoyê di nav hilbijêrên MHP û CHPê de jî zêde bûne.

Wî rayedarê tirk berê xwe da PKKê û wiha got: “Li aliyekî dibêjin bila di destê me de çek hebe li aliyê din jî dibêjin em demokrasiyê dixwazin. Wisa nabe.”