Rojava News: Wezîrê Derve yê Fransayê, Laurent Fabius ragihand ku, gefeke mezin li ser hebûna kêm neteweyên li Rojhilata Navîn heye.
Laurent Fabius li avahiya Neteweyên Yekbûyî ragihand: “Armanca me niha ew e ku kêm neteweyên Rojhilata Navîn ên ku ji ber şer ji navçeyên xwe derketibûn, car din vegerin cihê xwe.”
Fabius herwiha diyar kir ku, “Hevpeymaniya navdewletî zêdetir tekeziyê li ser şerê DAIŞê dike, ev yek jî girîng e, lê dibe girîngî bi vegerandina xelkê bo navçeyên wan jî bê dayîn.”
Derbarê danûstandinên ligel Îranê de, Fabius destnîşan kir ku, “Divê her rêkeftineke ligel Îranê bi hêz be, lê hîn astengî li ber rêkeftinê mane.”
Li ser şerê li Yemenê jî, Wezîrê Derve yê Fransayê wiha got: “Pêwîst e Encumena Navdewletî ya Ewlekariyê piştgiriya desthilata şeriî li Yemenê bike
