Rojava News: Lîderê rêxistina Boko Haram a li Nîjeryayê sûcên hovane yên li dijî mirovahiyê dike, li herêma Gwoza ku xelîfetiya xwe lê ragihand, fermana kuştina hemû jinan da.
Şefê Boko Haram Ebûbekîr Şeko, par li herêma Gwoza xelîfetiya xwe ragihandibû. Artêşa Nîjeryayê beriya hilbijartinên serokomariyê dabû xuyakirin ku wan di 27'ê Adarê roja Înê de bajar rizgar kirine. Cotkar Ûsman Elî yê 35 salî ku tê gotin bi zorê neçar maye di nava refên Boko Haram de cih bigire, komkujiyeke ku jê re şahidî kir ji ajansa nûçeyan a Fransayê AFP'ê re vegot.
Endamên Boko Haram, mîna DAIŞ a serê xwe li ber tewandiye, li herêmên dagir kiriye jinan bi zorê dane şervanan. Gelek jin li hev kom kirin û gule li wan reşandin û anî ziman ku yek ji van jinan jî ducanî bû. Jineke ducanî ku kêm mabû bebeka xwe bîne dinyayê xwest, ku heta bebeka xwe bîne dinyayê bijî, lê belê ev daxwaza wê hat redkirin.
Cotkar Elî diyar kir ku di roja komkujiyê de ew li gundê xwe Kîlekasa vegeriya ye û piştî reşahî ketiye erdê, reviya ye paytexta eyaleta cîran Adamawa Yola.
Herî dawî Elî got: "Ez nizanim çi bi serê mirovên li gund hat. Dema em çûn Gwoza em li şopeke keçikên Chîbok rast nehatin. Dibe ku biribin cihekî din."
Kîlekasa 15 kîlometre dûrî gundê Chîbok e. Li Chîbokê di Nîsana 2014'an de zêdeyî 200 zarokên keç ên xwendekarên lîseyê hatibûn revandin.
