Stanbol: Şervanên DHKCê dozger Çağlayan rehîne girtin

Stanbol: Şervanên DHKCê dozger Çağlayan rehîne girtin

Rojava News: Şervanên DHKCê îro demjimêr 12:36 xuleka li qata 6.mîn ya balaxanayê dadxane ya Tirkiye, Dozgerê  Fayla Berkîn Elvan rehîn girtin.

 

Qesra Dadxana Çağlayanê li Tirkiye yekemîn li cîhanê jî duyemîn seraya mezine.

 

Şervanên DHKCê li ser tweterê xwe ragihandine eger ta demjimêr 5.30a dxwazên wa neyê cîbecîkirin vê Hekîmê bi nave Mehmet Selîm Kîraz bikujin.

xwezînok DHKCê xwestekê xwe ragihandine  

 

1-Polîsê Berkin Elvan kuştin li pêş gel îtîrafê bi sucêxwe bikin

2-Hemen polis li dadgehê gel bêne darizandin

3-Kesen ku bi sedema beşdarbuna çalekiyên Berkîn Elvan hatine girtin bêne azadkirin.

4-Piştî rehînegirtinê bi 3 demjimêran rê bidin da çalakvan ji Qesra Dadxana Çağlayanê bi ewlehî biçin

 

Û herweha tekez kirine ku heger xwestekê wa neyên bi cîhkirin dê xwe û rehîneyê di destê wa de bikujin.

 

DHKC rexistineke nehînî yê çepgerê Tirkaye û van salî dawî çend cara çalekiye bi şeklî pêkanîne.

 

Berkîn Elvan ciwanekî 14 salî, bi ser nufusa Dersîmê û zaroka malbate ke alevî bû, di sala 2013ê dema çalakiyên Teksîmê bi destê nîşangirê polîsê Tirk hati  kuştin.