Dozgerê tirk ê ku dîl hatibû girtin jî, mir

Dozgerê tirk ê ku dîl hatibû girtin jî, mir

Rojava News: Di bûyera dîlgirtina dozgerê tirk de kesên ku dozger girtibûn hatin kuştin, dozger jî ku bi giranî birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê îşev li dijî wan kesên ku dozgerê tirk di avahiya Dadgeha Stenbolê de dîl girtibûn, operasyon pêk anîn.

Li ser operasyonên, Rêveberê Asayişa Stenbolê Selamî Altinok da zanîn, di bûyerê de 2 kesên ku dozger dîl girtibûn, hatin kuştin.

Li gorî agahiyên dawiyê, dozger jî ku bi giranî birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da, bi vî rengî bi giştî di bûyera dîlgirtina dozger de 3 kes hatin kuştin.

Doh danê nîvro, 2 endamên rêxistineke çepê tirk a bi navê DHKP-C ketibûn avahiya Dadgeha Stenbolê û dozgerê dosyaya kuştina xortê kurd Berkîn Elvan dîl girtibûn.

Wan kesan sê merc ji bo berdana dozger danîbûn: Polîsên ku Berkîn Elvan kuştine bila derkevin pêşberî kamerayê û li sûcê xwe mukir bên, divê kujerên Berkîn Elvan di “dadgeha gel” de werin darizandin, ew kesên ku ji ber çalakiyên Berkîn Elvan hatine girtin, bên berdan.