Hevpeymanan 2320 operasyon li dijî DAIŞê encamdane

Hevpeymanan 2320 operasyon li dijî DAIŞê encamdane

Rojava News: Penategonê ragihand ku, hevpeymaniya navdewletî 2 hezar û 320 operasyon li dijî pêgehên DAIŞê encamdane.

Wezareta Bergirî ya Amerîka (Pentagon) ragihand ku, têçûna operayonên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ), nêzîk 1.83 milyar dolar e.

 

Operasyonên Amerîka û hevpeymanên wê li dijî DAIŞ li Iraqê ji roja 8ê Tebaxa borî ve destpêkirine, lê li Sûriyê piştî wê berwarê bû.

 

Li gor Pentagonê, ji dema destpêkirina operasyonan ve û heta niha, 2 hezar û 320 operasyonên ezmanî hatine encamdan, ew jî bi rêya firokeyên F-16 û F-15.

 

Di vê heftiyê de jî, rûbera operasyonên firokeyên hevpeymnan li Iraqê zêde bû, piştî ku beşdarî şerê azadkirina Tekrîtê ji DAIŞê bibûn.

 

Operasyonên hevpeymanan jî roleke gelekî mezin di azadkirina bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, di 26ê Çile de, ji dest çekdarên DAIŞê lîstibûn.

 

Di wan operasyonan de bi hezaran pêgehên DAIŞê hatin armanckirin, di encam de praniya wan pêgehan hatin jinavbirin, tevî têkbirina alavên leşkerî û kuştina hezaran çekdar.