NY: Boko Heram nêzîkî 15 hezar kes kuştine

NY: Boko Heram nêzîkî 15 hezar kes kuştine

Rojava News: Hat ragihandin bi sedema tundiyên Boko Heramê ji sala 2009ê heya niha nêzîkî 15 hezar kes hatine kuştin.

Komîsyona Mafê Mirovan a ser bi Neteweyên Yekbûyî ve di civîna taybet bi binpêkirina mafê mirovan ji aliyê Boko Heram de li Nîjeryayê, eşkere kir ku ji sala 2009ê ve heta niha nêzîkî 15 hezar kes hatine kuştin.

Di wê civînê de hat diyarkirin ku Boko Heram li bakûrê rojhilatê Nîjeryayê û navçeyên sînorî bi welatên Çad, Nîjer û Kameron re, gelek gorên bi kom çêkirine û hejmareke gorên bi kom jî hatine dîtin.

Neteweyên Yekbûyî herwiha amaje kir ku hin belge hene ku nîşan didin, Boko Heram hejmareke mezin a jinan kirine kole û rastî tûndûtûjiya cinsî hatine, lê hejmara rast ya wan jinan hêj nehatiye zanîn.

Hat gotin, yek ji karên din yên Boko Heram, çekdarkirina zarokên 12 salî ye ku heya niha jî ev kar ji aliyê wê rêkxistinê ve berdewame.