Amerîkayê êrişa ser kampa Yermûkê şermezar kir

Amerîkayê êrişa ser kampa Yermûkê şermezar kir

Rojava News: Amerîkayê êrişa çekdarên DAIŞê li ser kampa Yermûk a penaberên Filestînê li başûrê Şamê û herwiha êrişên li dijî sivîlên Sûriyê jî şermezar kir.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka, Marie Harf di kongreyeke rojnamevaniyê de got, Amerîka êrîşên ku heftiya borî ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê û komên tundrew ve li dijî sivîlên Sûriyê pêk hatine, şermezar dike.

Harf herwiha êrişa çekdarên DAIŞê li ser kampa Yermûkê jî şermezar kir û dilgiraniya xwe derbarê rewşa li wê kampê de anî ziman.

 

Çekdarên DAIŞê roja çarşemê derbasî kampa Yermûk bûn û hat gotin ku niha dest danîne ser piraniya wê kampê. Xelkê di nava kampê de ku tê pêşbînîkirina hejmara wan nêzîkî 15 hezar kes be, ber bi navçeyên din ên ne di destê DAIŞê de, koçber dibin.