Rojava News: Li Kenyayê milîtanên Eşşebabê êrîşî Zanîngeha Garîssayê kirin, di êrîşê de 147 kes mirin û 79 xwendekar jî birîndar bûn.
Wezîrê Karên Navxweyî yê Kenyayê Joseph Nkaissery daxuyaniyek da û diyar kir ku di êrîşê de 147 kes mirin û 79 xwendekar jî birîndar bûn. Nkaissery diyar kir ku 9 xwendekarên ku birînên wan xedar in tên dermankirin.
Nkaissery da zanîn operasyona ku hêzên ewlehiyê birin li ser milîtanên Eşşebabê xilas bû, di operasyonê de 4 milîtan hatin kuştin.
Nkaissery wiha axivî: "Hêzên ewlehiyê dema li milîtanên ku ser wan teqemenî hebûn, xistin teqemeniyên li ser milîtanan teqiyan. Di encama teqînê de ji ekîba ewlehiyê hin kes mirin û hin kes jî birîndar bûn." Nkaissery diyar nekir ku ji 147 kesên ku mirin çend kes ji ekîba ewlehiyê ye.
