Rusya ji bo çareserkirina krîza Sûriyê hewl dide

Rusya ji bo çareserkirina krîza Sûriyê hewl dide

Rojava News: Rûsya hewlên xwe berdewam dike ji bo ku aliyên dijbere û Hikûmeta Sûriyê li hev bicivîne û dest bi diyalogê bikin ji bo ku krîza li Sûriyê çareser bikin.

 

Şandeyê serokê Rûsya ji bo Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, Mikhail Bogdanov duhî ligel balyozê Sûriyê li Moskoyê, Riyad Hedad civiya.

 

Li gor medyaya Rûsya, di civînê de amadekariyên ji bo destpêkirina gereke nû ya diyaloga navbera hikûmet û dijbereya Sûriyê de hatin gotûbêjkirin.

 

Tê çaverêkirin sibê li Moskoyê, hin aliyên dijbereya Sûriyê ku piraniya bi dijbereya hundir tên naskirin ligel şandeke Hikûmeta Sûriyê bicivin.

 

Wezareta Derve ya Rûsya jî diyar kir ku ew dixwaze di diyaloga sibê de şert û mercên destpêkirina danûstandinên di navbera ikûmet û dijbereya Sûriyê de peyda bibin ji bo ku krîza Sûriyê li ser bingiha daxuyaniya Cenêvê ya 30ê hezîrana sala 2012 were çareserkirin.

 

Hevpeymaniya Niştimanî ya Dijbereya Sûriyê ku aliyê sereke yê dijbereya Sûriyê ye, biryar daye tevlî civîna sibê li Moskoyê nebe.