Parlemantoya Ewrupa dê jinûve avakirina Kobanê goftûgo bike

Parlemantoya Ewrupa dê jinûve avakirina Kobanê goftûgo bike

Rojava News: Desteya jinûva avakirina Kobanê ragihand ku Parlemantoya Ewrupa ew vexwendin civîna  ku dê bi mebsata jinûva avakirina Kobanê bête li darxistin kirin.

 

Peyvdarê bi navê desteya jinûva avakirina Kobanê Îdrîs Nasan di hevpeyvînekê  ragihand ku Parlemantoya Ewrupa ew vexwendin civîna ku dê bi mebesta jinûve avakirina Kobanê li Belcîka div ê meha Nîsanê de lidarkeve kirin, her wiha da xuya kirin ku dê bi mebesta beşdarî civînê bibe, di navarasta Nîsanê şandek berê xwe bide Ewrupa.

 

Nasan her wiha da xuya kirin ku rêxistina NY a karûbarên civakî ji wan daxwaz kir bi navê Rêvebiriya Xweser hevrêzekî diyar bikin ta li gel rêxistinên navdewletî û kantonê de, di peywendiyan de bin û bi riya hevrêzê giştî alîkariyan pêşkêşî kantonê bikin.

 

Nasan her wiha da xuya kirin ku wan di hemû civînan de bi tev civîna ku li Amedê jî bi mebesta jinûve avakirina Kobanê li darket, daxwaza avekirina derbasgeheke mirovî kirine, ta ev derbasgeh proseya jinûva avakirina Koban, vegera xelkê Kobanê hesantir bike.

 

Nasan wekî din da xuya kirin ku nêzî 60 hezar kes ji welatiyên Kobanê vegeryane Kobanê û pêdivî bi yarmetî û alîkariyan heye.