Rojava News: Neteweyên Yekbûyî eşkere dike ku di 17 rojên şerê li Yemenê de 549 kes hatine kuştin û 1707 kesên din jî birîndar bûne.
Li gor raporeke ofîsa Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî, ew 549 kes di navbera 19ê adarê û 6ê nîsanê de hatine kuştin.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku ji wan kuştiyan 217 sivîl hene ku di encama herdu teqînên 20ê adarê li 2 mizgeftên Sanayê hatuibûn kuştin ku herwiha 516 kes jî ji ber her du teqînan birîndar bibûn.
Ofîsa Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî bal dikişîne ku hejmarên wan ên derbarê kuştî û birîndaran li Yemenê de yên herî kêm in, ji ber ku gelek kes nikarin birîndarên xwe li nexweşxaneyan derman bikin, herwiha hin malbat jî bê tomar miriyên xwe vedişêrin.
