Rojava News: Tê çaverêkirin îro gereke din civînên di navbera nûnerên Hikûmeta Sûriyê û hin nûnerên dijbereya wî welatî li Moskowê destpê bikin.
Biryar e îro şanda Hikûmeta Sûriyê ya bi serokayetiya Beşar Ceiferî û şanda dijbereya Sûriyê li Moskowê li hev bicivin.
Tê çaverêkirina civînên di navbera herdu aliyan de sibê bi dawî werin.
Di Korbenda Mosko-1 de, aliyên beşdar negehiştine tu rêkeftinekê, ji bilî îmzekirina kaxezekê ji bo li darxistina gereke duyem ji danûstandinan.
