Rojava News: Amerîka hişiyariyê dide Îranê û dibêje jî ku, ew dê piştgiriya hemû hevpeymanên xwe li Rojhilata Navîn bike.
Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry di hevpeyvînekê ligel televîzyoneke amerîkî de ragihand ku, welatê wî agehdarî alîkariya Îranê ji çekdarên Hûsî li Yemenê re ye.
John Kerry diyar kir ku welatê wî nakeve rûbirûbûnekê de lê, ew dêst ji hevpeyman û dostên xwe berdandin û “em dê piştgiriya hemû aliyên ku gef li ser wan hene bikin” ji ber bijardeyên ku Îranê distîne.
Ev daxuyaniya Kerry di demekê de ye ku, roja Sêşema borî, Îranê 2 keştiyên şer şandibûn ava navdewletî li nêzîk Bendava Eden a Yemenî, bi hênceta parastina keştiyên xwe yên bazirganî ji êrîşan.
Ev nêzîk 2 heftiyan e, ku hejmarek ji welatên ereb bi serkirdatiya Erebistana Siûdiyê dest bi operasyona “Bablîzoka Tund” li ser çekdarên Hûsî li Yemenê kirine, herwiha dorpêçeke deryayî û ezmanî jî li ser wî welatî danîne.
Ev operasyona han ji aliyê Îranê ve, ku alîgira Hûsiyan e, bi tundî hatiye şermezarkirin, herwiha daxwaza rawestandina wê kiriye.
