Rojava News: Çend jêderên nêzîk ji Hîllarî Clînton, wezîra pêştir ya derve ya Amerîka ragîhand; di vê heftîyê da Clînton, dê berbijarîya xwe bo hilbjartinên serokatîya Amerîka radigihîne.
Wezîra berê ya Derve ya Amerîkayê Hîllary Clînton dibe namzeda hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê yên sala 2016ê.
Hîllary Clînton dê roja 12ê Nîsana îsal bi rêya malperên civakî namzediya xwe bo Serokatiya Amerîkayê eşkere bike.
Clînton, ku sala 2008ê jî namzeda serokatiya Amerîkayê bû li hember Barack Obama şikest û bû wezîra derve.
Ev yekemîn namzeda demokratên Amerîkayê ye ji bo serokatiya Amerîkayê.
Hîllary Clînton 67 salî û hevjîna Serokê berê yê Amerîkayê Bîll Clînton e.
