Amerîka alîkaiyên xwe bo Tûnisê zêde dike

Amerîka alîkaiyên xwe bo Tûnisê zêde dike

 

Rojava News: Amerîka dê alîkariyên xwe yên leşkerî ji bo Tûnisê zêde dike da ku ew bikaribe rûbirûyê çekdarên radîkal bibe.

 

Cîgirê Wezîrê Derve yê Ameîrkayê Tony Blinken, piştî civîna xwe ligel Serokwezîrê Tûnisê Elhebîb Elseyd, di kongreyeke rojnamevaniyê de ragihand ku Amerîka dê alîkariya xwe ji bo hêzên ewlekarî û artêşa Tûnisê zêdetir bike.

 

Blinken herwiha got, aramnca Washingtonê ji zêdekirina alîkariyên leşkerî ji bo Tûnisê ewe ku karînên hêzên wî welatî ji bo têkbirina çekdarên radîkal bihêztir bibin.

 

Blinken diyar kir ku Obama dê alîkariyên ji bo Tûnisê bi rêjiya ji sedî 200 zêde bike.

 

Cîgirê Wezîrê Derve yê Ameîrkayê bal kişand ku alîkariyên wan ji bo Tûnisê dê ji çek, piştgiriya teknîk, perwerdekirina hêzên ewlekariyê û alîkarîkirina hêzên artêşa di kontrolkirina sînor de, pêk werin.