Rojava News: Berdevkê Artêşa Yemenê, Eqîd Şeref Luqman ragihand ku, balafirên Erebistana Siûdî û hevpeymaniya wê 200 zarokên Yemenê kuştine.
Eqîd Şeref Luqman yê ku piştevaniya çekdarên Hûsiyan û serokê berê yê Yemenê dike wiha got: “Armanca sereke ya Siûdiyê pêkanîna şerekî berfireh e li navçeyê û dagîrkirina axa Yemenê.”
Berdevkê Artêşa Yemenê di konferanseke rojnamevaniyê de wiha domand: “Heta niha % 20ê qurbaniyan zarok in. Bêtirî 1000 kes hatine kuştin, ku 200 ji wan zarok in û 40 jî jin in, herwiha % 20 jî pîr û kal in.”
Di operasyonan de her yek ji Îmarat, Kuwêt, Qeter, Misir, Urdun, Behreyn, Mexrib û Sûdan jî beşdar in.
Piştî 16 rojan ji destpêkirina operasyonên asmanî li ser wî welatî, ev konferansa rojnamevaniyê ya yekê bû ji Berdevkê Artêşa Yemenê re û tê de da zanîn ku, heta niha hêza wî yekgirtî ye.
