Rojava News: Dadgeheke Misrî cezaya darvekirinê bi ser hejmrek serkirdeyên Ixwan Mislimîn de sepand.
Îro, 11ê Nîsanê, dadgehek Misrî çend serkirde û endamên Ixwan Mislimîn li ser berpirsiyariya çend karên tundiyê darizandin.
Piştî çenîdn rûniştin, dadgehê biryara darvekirina bi ser Rêberê Ixwan Mislimîn Mihemed Bedîe û 12 serkirdeyên din de sepand.
Ew karên tndiyê di Tebaxa sala 2013an de qewimî bûn, dema xwepêşandana alîgirên Ixwan Mislimîn piştî rakirina Mihemed Mursî ji ser desthilatdariya wî welatî di 3ê Tîrmeha heman salê de. Di wan xwepêşandanan de sedan xwepêşander tevî 8 endamên ewlekariyê hatibûn kuştin.
Heman dadgehê cezaya girtina heta hetayî bi ser hejmarek serkirdeyên din ên Ixwan Mislimîn de sepand, di nav wan de Cîgirê Yekem ê Rêberê Ixwanan Xeyret el-Şatir heye.
