Rojava News: Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku li bakûrê rojhilatê Nîjeryayê 800 hezar zarok ji ber rêxistina radîkal a Îslamî Boko Haram, neçar man malê xwe biterikînin.
UNICEF'ê diyar kir ku ev hejmar di demeke kêmî salekê de du qatan zêde bûye. Gelek zarokên Nîjeryayî yên hewil didin ji şîdetê birevin xwe li Çad, Nîjer yan jî Kamerûnê digirin. Rapora UNICEF'ê, di yekemîn salvegera reavandina 200 xwendekarên keç de weşand, ku par li bajarokê Çîbokê ji aliyê Boko Haram ve hatibûn revandin. Revandina zêdeyî 200 xwendekarên keç ji aliyê Boko Haram ve, li qada navneteweyî rê li ber nerazîbûnê vekiribû. Hat ragihandin ku di meha bihurî de li bajarokê Damasak ê li bakûrrojhilatê Nîjeryayê, piştî ku Boko Haram bajarok terikand, bi qasî 500 zarokên 11 salî û jê biçûktir, winda bûne.
Bazirganekî li bajarok anî ziman ku endamên Boko Haram piştî ku bajarok ji destê wan derket û neçar man xwe ji bajarok vekişînin, zarok bi xwe re birine. Ji ber bûyerên şîdetê yên Boko Haram bi armanca avakirina dewleteke Îslamî di sala 2009'an de destpê kirin, bi hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dan, bi mîlyonan mirov jî neçar man malên xwe biterikînin.
Artêşa Nîjeryayê di dema dawî de bi alîkariya yekîneyên welatên cîran, gelek bajar ji destê rêxistinê derxist. Lê belê mûxalefet bi fikar nêzî nûçeyên li ser serketinên artêşê dibe.
