Pentagon: Erdê DAIŞ kêm bûye

Pentagon: Erdê DAIŞ kêm bûye

Rojava News: Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) dibêje, % 25 heta 30 ji erdên ku DAIŞê li Iraqê dest danîbû ser, ji destê wê rêxistinê hatiye derketin.

 

Berdevkê Pentagonê, Steve Warren di daxuyaniyekê de diyar dike ku ji dema êrişên asmanî yên hevpeymaniya navdewletî di tebaxa sala borî de destpêkirine û heta niha % 25 heta 30 ji navçeyên li Iraqê ku xelk tê de dijîn, ji destê çekdarên DAIŞê hatine derxistin.

 

Li gor berdevkê Pentagonê, DAIŞ hêdî hêdî paşde vedikişe, lê di nêrîna wî de, şerê li dijî DAIŞê wê dirêj bike.

 

Derbarê Sûriyê de, berdevkê Pentagonê dibêje, gelek navçe li derdora Kobanî ji destê DAIŞê derketine, lê li hember wê yekê çekdarên DAIŞê dest danîne ser çend navçeyên li derdora Şamê û Humisê.