Balafirên Amerîkayê li nêzîkî Hesekê dan

Balafirên Amerîkayê li nêzîkî Hesekê dan

Rojava News: Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî di nava 24 seatên borî de, 19 operasyonên asmanî li dijî navendên DAIŞê pêk anîne, ku yek ji wan li nêzîkî bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê bû.

Artêşa Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragihand: “Balafirên me, li Iraq û Sûriyê di nava 24 seatên borî de 19 operasyonên asmanî li dijî çeper û navendên DAIŞê pêkanîne.”

Herwiha Artêşa Amerîkayê got: “Di encama lêdana çend navçeyekê li nêzîkî bajarê Hesekê ji aliyê balafiran ve, gellek ziyanên madî û canî gihîştin çekdarên DAIŞê.”

Li gorî daxuyaniya Artêşa Amerîkayê balafiran di wan 19 operasyonan de, gellek çekdarên DAIŞê kuştin û gellek otomobîlên wan jî têk birin.

Tê zanîn ku jibilî hêzên kurdî û hêzên Iraqê ku li ser erdê şerê DAIŞê dikin, balafirên Amerîka û hevpeymaniya navdewletî jî bandoreke mezin di vî şerî de dibînin, ku rojane li çeper û navendên DAIŞê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê û Iraq û Sûriyê didin.