DYAyê êrîşa li Hewlêrê şermezar kir

DYAyê êrîşa li Hewlêrê şermezar kir

Rojava News: Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) êrîşa bombeyî ya li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistana Iraqê ku nêzî Serkonsolosxaneya DYAyê qewimî, şermezar kir.

Berdevka Wezareta Karên Derve yê DYAyê Marîe Harf daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku di êrîşa wesaîta bombekarkirî ve hat kirin de merivên bêsûc hatin kuştin. Harfê sersaxî da malbatên ku xizmên wan di êrîşê de mirin, ji birîndaran re jî şifa xwest û ragihand ku ew wek DYA vê êrîşê şermezar dikin.

Berdevka Wezareta Karên Derve yê DYAyê Harf destnîşan kir ku di êrîşê de tu welatiyekî DYAyê nemir û ew ji ber ku rayedarên HKIyê zû midaxeleyî bûyerê kirin razî ne, rayedarên ku li herêmê ne jî ji bo sedem û lêkolînên li ser bûyerê wê bixebitin.

Harfê di daxuyaniye xwe de wiha got: "DYA wê bi van êrîşên terorî û ji bo DAEŞê ji holê rabike û têk bibe wê li cem Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê û hemû iraqiyan cih digire û wê piştgiriya xwe bidomîne.

Li gor agahiyên ku teşkîlata îstixbaratê ya HKIyê da, di êrîşa ku li Ankawaya semta Hewlêrê, li nêzî avahiya Serkonsolosxaneya DYAyê hat lidarxistin de ji xeynî êrîşkar 2 kes mirin, 8 kes birîndar bûn, di 12 wesaît û 30 dikanan xisar çêbû.