Serokê Fransa daxwaza kombunek bi lez ji bo parastina penaberan kir

Serokê Fransa daxwaza kombunek bi lez ji bo parastina penaberan kir

Rojava News: Fransiwa Holland, serokê Fransa daxwaza kombûneke bilez û danana yasayên nû ji bo parastina penaberan ji wezîrên yekîtîya Awropa dike.

 

Daxwaza Holland piştî çend rûdanên geştîyên penaberan di deryaya naverast da hat, ku yek ji wana îro bin av bû û nêzîkî bîst û çar cenazeyan li gzîrta “Lampêdusa” ya başûrê Îtallya hatne dîtin.

 

Holland di hevpeyvendîyeka televîzyonî da got:” rûdana îro yek ji mezintirîn karesatên nava deryaya naverast di van salan da, di heftîya bihûrî da nêzîkî çil kesan xeniqîne, û rudana îro jî heft sed qurbanî li dûv xwe hêlan, lewra ji bo kêmkirina qurbanîyên xeniqîn di nava vê deryayê da pêdvîye welatên Awropa pêngaveka bilez pavêjin”.