Keştiyeke penaberan a ku 700 qaçax tê de bûn bin av bû

Keştiyeke penaberan a ku 700 qaçax tê de bûn bin av bû

Rojava News:Li Behra Spî, li herêma Kanala Sîcîlyayê ya ku di navbera Îtalya û Libyayê de dimîne, keştiyeke penaberan a ku 700 qaçax tê de bûn bin av bû.

Hat ragihandin ku bi sedan kes mirin.

Berpirsiyarên ewlehiya peravan diyar kir, keştiya ku nêzî 700 penaber tê de bûn, duh êvarê, nêzî Libyayê binav bû. Herwiha keştiyekê ku di ber wan re derbas dibû 28 kesan xilas kir û cesedê 21 kesan ji behrê derxistin.

Xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin. Tê texmînkirin ku nêzî 700 qaçax mirin.